06 Adar 2017•Rojanekirin: 07 Adar 2017
BAB
Di çarçoveya Harekata Mertala Feratê da Artêşa Sûriyeyê ya Azad bi piştgiriya Hêzên Çekdar ên Tirk Baba navçeya Helebê ji DEAŞa rêxistina terorî rizgar kir û gelê navçeyê jî hêdî hêdî vedigere jiyana asayî.
Roj bi roj kuçe û kolanên Babê tije dibin, esnafan dikanên xwe vekirin, mazotfiroşên seyar bi bîdonan sotemeniyê difiroşin. Cihên ku ji mayin û teqemeniyan hatin paqijkirin, sûriyeyî vegeriyanê û di bin malên xerabûyî da eşyayên xwe derdixin.
Ji ber pevçûnan binesaziya Babê piranî xerab bû. Li bajêr av û ceyran tuneye, gel bi jeneratorê ceyranê li ber xwe vêdixe, ji bîran avê dikişînin. Li kuçe û kolanên Babê zarok hêdî hêdî dertên derva û dileyîzin.
Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê li bajêr nan li kesên xizan belav dike. Ji berpirsên wê yên li Sûriyeyê Mûhemmed Ebû Keşe daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku gelê Babê hêdî hêdî vedigere.
Keşe got ku malbat vedigerin û wiha dewam kir: "Vêga li Babê 10 hezar kes hene. Me ji serê sibê heta niha li hezar û 250 malbatî nan belav kir. Em hê nan belav dikin. 4-5 tax mane, me hê nedaye wan. Em ê di demeke nêz da nan bidin wan jî."
Keşe diyar kir, ji bo malbatên ku vedigerin Babê alîkariyê dewam bike û wiha dewam kir: "Înşeallah em ê îro 750 qolî xida belav bikin. Em ê alîkariyê bigihînin malbatên mihtac."