Türkan Tosun
22 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2018
LONDRA
Wezîrê Karên Derva yê Ingiltereyê Borîs Johnson der barê Operasyona Çiqlê Zeytûnê de got: "Tirkiye dixwaze sînorên wê di bin ewlehiyê de bin û ew mafdar e."
Johnson li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li Efrînê dimeşîne de got ew geşedanan ji nêz va dişopînin.
Johnson wiha daxuyand: "Tirkiye dixwaze sînorên wê di bin ewlehiyê de bin û ew mafdar e. Em armanca wê ya ku tundiyê kêm bike û li ser hedefa herî girîng raweste parve dikin. Li Sûriyeyê pêvajoyeke siyasî ya ku wê rejima Esed dawî bike armanca me ye jî."