Sevim Hatun
28 Mijdar 2017•Rojanekirin: 29 Mijdar 2017
KERKÛK
Hikûmeta Navendî ya Iraqê xeta neftê ya nû Kerkûk-Ceyhanê ku dirêjiya wê nêzî 350 kîlomtre û kapasîteya wê ya rojane milyonek warêl e wê çêke.
Piştî ku DEAŞa rêxistina terorê di hezîrana 2014an de ket Mûsilê xeta boriyê ya ku nefta Kerkûkê digihand bendêrgeha Ceyhanê texrîb kir, Wezareta Neftê ya Iraqê ji ber ku xeta neftê nabe ku were temîrkirin xeteke neftê ya nû wê çêbike.
Hikûmeta Navendî ya Iraqê bi avakirina xeta neftê re dixwaze kontrola neftê ya li Kerkûkê ku di 16ê kewçêrê de bi operasyonekê eskerî bi dest xistibû winda neke, herwiha di mijara îxracata neftê de hedef dike ku rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê bypass bike.

- Guzergaha xeta neftê ya wê bê çêkirin
Ji ber ku herdu xetên neftê yên berê ji herêmên ev 3 sal in di destê DEAŞa rêxistina terorê de bûn texrîb bûne û nabe ku werin temîrkirin, herwiha wê li ser heman rêgehê xeta neftê ya 3yem were çêkirin.
Xeta wê nefta Kerkûkê bigihîne bendêrgeha Ceyhanê wê li Selahedînê dest pê bike ji ser Kerkûk û Mûsilê re derbas bibe ji herêma Pêşxabûra Dihokê bigihêje Dihokê.
- Hedef milyonek warêl e
Li Kerkûkê bîrên neftê yên bi navê Hawana, Bay Hesen, Babagurgur, Hebaziya, Cenbure bi tevahî 5 cih hene. Li van kanan ji yekê zêdetir bîr hene.
Wezîrê Neftê yê Iraqê Cebar Lûaybî di daxuyaniya ku 17ê kewçêrê de ragihandibû ku armanca wan ew e ku bi sermayedanîna şirketên neftê yên biyanî kapasîteya îxracata neftê ya rojane derxin milyonek warêlî.