NEZUK
Bi hezaran kesên ji welatên cuda ji bo ku di 'Rêya Mirinê" ya ku boşnakên ji ber komkujiya Srebrenîtsayê reviyabûn ku bigîhîjin bajarê Tuzlayê bimeşin çûn Nezukê.
Meşa Aştiyê (Marş Mîra) ji ber 19emîn salvegera komkujiya Srebrenîtsayê cara dehem e ku tê li darxistin û 3 rojan dewam dike.
Komkujiya Srebrenîtsayê piştî Şerê Cihanê ya Duyem wek komkujiya herî mezin a Ewrupayê tê zanîn. Qasî 5 hezar kes, ên ku ji Ewrupayê, welatên ereban û yên din ji bo ku beşdarî vê meşa mezin bibin hatin Nezukê. Kom li ser rêya mirinê hev civiyan, sirûd xwendin û dest bi meşa ku dê 3 rojan dewam bike kirin.
- Ew ê her roj 35 kîlomêtro bimeşin
Meşa Aştiyê dê 11ê tîrmehê li bajarê Potoçariya ku goristana kesên di komkujiyê de mirine hatine definkirin dê biqede. Li wir nimêja wan jî dê bê kirin.
Beşdarvan her roj dê 35 kîlomêtro bimeşin û 3 rojên wan dê di rê de derbas bibe. Şev di rêya ku boşnak meşiyane de ew ê bêhna xwe bidin. Kesên ku ji wan rojan, ji mirinê filitîne jî dê bîranînên xwe ji beşdarvanan re bibêjin.
- "Her santîmêtroya vê rêyê bi xwînê ve hat şuştin"
Seroka Komîteya Organîzasyona Meşa Aştiyê Hamdiya Feyzîç ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ev meş li herêmê aştî, xweşbînî û bi hev re jiyînê bi bîr tîne û heman demê de nahêle ku kesên ji bo Bosna Hersekê mirine bên jibîrkirin.
Fermandar Naser Oriçê ku dema şer de li Srebrenîtsayê fermandarî kiribû jî beriya meşê axaftinek kir û wiha got: "Her santîmêtroya vê rêyê bi xwînê ve hat şuştin. Rêzê nîşanî vê bidin."