Berdevkê Wezareta Tenduristiyê yê Filistînê Eşref el-Kudra daxuyand ku Îsraîlê îro serê sibê ji hewayê û behrê êrîşê Xazeyê kir. Li gor agahiyên ewil 46 kes birîndar bûn.
Şahidan gotin ku balafirên şer ên Îsraîlê taxên navîn û yên der û dorê bombe kirine û leşkerên Îsraîlê jî guleyên rastîn bi kar anîne.
Li Ramallahê şev dereng komek filistînî ji bo ku êrîşên Îsraîlê şermezar bikin li hev civiyan, lê di navbera filistiniyan û leşkerên Îsraîlê de pevçûn derket. Leşkeran bi guleyan ve êrîşê komê kirin û 10 kes birîndar bûn.
Tevgera Fethê jî Îsraîlê şermezar kir
Endamê Komîteya Navend a Tevgera Fethê Hesen Ehmed jî daxuyand ku Îsraîl sûcê şer dike û operasyona leşkerî şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê operasyon bên sekinandin û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Îsraîl bi awayekî sîstematîk komkujiya gelê filistînê dike. Divê ev êrîşên bi xwîn demildest bên sekinandin û li gor qanûnên navneteweyî bê tevgerîn."