Nihat Kavşut
27 Hezîran 2017•Rojanekirin: 27 Hezîran 2017
LAHEY
Li Hollandayê Dadgeha Bilind biryar da sala 1995an li Srebrenitsayê di kuştina qederê 300 mêrên boşnakî da "bi qismî" berpirsiyariya Hollandayê jî heye.
Di sala 2014an da dadgeha herêmî biryar dabû di kuştina mêrên boşnakî da "bi qismî" berpirsiyariya hikûmeta Hollandayê heye û Dadgeha Temyîzê ya Laheyê biryara dadgeha herêmî qebûl kir.
Gepke Dulekê hakimê dadgehê got leşkerên Hollandayê 300 mêrên boşnakî ji kampa leşkerî derdixin û loma jî rê li ber vedikin bên kuştin.
Xizmên kesên hatine kuştin di dozê da daxwaza tezmînatê kirin û dadgehê biryar da ji sedî 30yê tezmînata tê xwestin bê dayîn.
Komeleya Dayîkên Srebrenitsayê sala 2007an da Hollandayê dabûn mehkemeyê.
Sala 2014an da Dadgeha Herêmî ya Laheyê biryar dide û dibêje "bi qismî" Hollanda sûcdar e û li ser vê biryarê Semîr Guzînê parêzerê xizmên kuştiyên Srebrenitsayê ji biryarê memnûn nebûbûn û biryarê biribûn temyîzê.
Dema şerê Bosnayê da Srebrenitsa di bin parastina Neteweyên Yekbûyî (NY) da ye. 11ê Tîrmeha 1995an da yekîneyên sirpan yên di fermandariya Serbaz Ratko Mladîç da dikevin Srebrenitsayê. Tabûreke leşkerên Hollandayê di bin banê YEê da dixebite. 300 sivîlên boşnakî xwe dispêrin leşkerên Hollandayê û ew jî wan teslimî leşkerên sirpan dikin. Boşnakên dikevin destê sirpan li çol û daristanan û di depoyan da tên kuştin. Bûyerên qewimîn li Parlementoya Ewropayê û NYê wek qetlîam hatin qebûlkirin.