İbrahim Atmaca
22 Sibat 2018•Rojanekirin: 22 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak, di 1emîn Foruma Vejen û Madenê ya Tirkiyeyê da axivî û got ku Tirkiyeyê di 2017an da di vejena xwenûkirî da "deng veda".
Wezîr Albayrak diyar kir, ji bo vejena tav û bayê xebatên îhaleyên nû yên Qadên Çavkaniyê yên Vejena Xwe Nû Dike ku nû ye û 1000 megavat e, dest pê kirin û wiha dewam kir: "Berî her tiştî em di bayê da projeya off-shorê (li ser behrê) ya herî mezin a dinyayê amade dikin. Em îsal îhaleya wê difikirin. Dilê me heye ku em li YEKAya tavê depokirina pîlan zêde bikin. Dîsa havîneke germ li pêşiya me ye, berî ku dawiya vê havînê were em plan dikin ku du îhaleyan bikin."
Albayrak diyar kir, bi taybetî bi îhaleyên YEKAyê va bihayên reqabetê derketin holê, xebatên Ar-Geyê wê werin kirin, projeyên ku piştgiriyê didin hilberîna xwemalî û îstixdamê hatin kirin û wiha dewam kir: "Dilê me heye ku em YEKAyên îsal jî wisa bikin ku li dinyayê di qadên cuda da jî deng vede."