01 Gulan 2016•Rojanekirin: 01 Gulan 2016
MELBOURNE
Li Melboûrneya bajarê Awistralyayê, hosteyên dîwarên kevir û karkerên înşaetê ji ber saetên dirêj ên xebatê, 1ê gulana sala 1856an meşek li dar xistibûn, li ciyê ku 1ê Gulanê lê derket holê "1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran" bi meşekê va hat pîrozkirin.
Li Melboûrneyê, kedkar li ber avahiya Parlementoyê ya di sala 1856an da hosteyên dîwarên kevir û karkêrên înşaetê heta ber meşiyabûn kom bûn û ji vir heta navenda bajêr meşiyan.
Bi sedan karkeran ji vir digel muzîka Gayda ya Îskoçê dest bi meşê kir, dijî zagonên ku têda mafê karker û kedkaran nayê parastin a ku hikûmeta Awistralyayê hewl dide derxîne bertek nîşan dan. Polês jî bi komê ra meşiyan û meşa 1ê Gulanê ya qasî du saetan kişand, piştî meşê belav bû. Di encama meşê da bûyer çênebûn.
Li Dinyayê cara ewil hosteyên dîwarên kevir û karkêrên înşaetê li Melboûrneya bajarê Awistralyayê bi sedema "di rojê da 8 saetan xebat", ji ber Zanîngeha Melbourneyê heta ber avahiya Parlementoyê meşiyabûn. Li giştiyê dinyayê roja ku ev meş hat kirin wekî rojbûna 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran tê qebûlkirin.
Lê belê li Awistralyayê 1ê Gulanê ne wekî "Cejna Karkeran" wekî çalakiyên roja 1ê gulanê "May Day" tên pîrozkirin. Gava ku mirov Awistralyayê bi welatên din ra dide ber hev dibîne ku 1ê Gulanê li vir bi coş nayê pîrozkirin û ev roj bi fermî betlane nîne. Awistralya li her eyaleta xwe di rojên cuda da Roja Karkeran (Labor Day) pîroz dike û ew roj betlaneya fermî tê îlankirin.