01 Gulan 2016•Rojanekirin: 02 Gulan 2016
ANKARA
Li bajarokê Dabiqê yê li rojhilatê Azeza navçeya Helebê avahiya ku rêxistina terorê DAEŞê tê da teqemenî û wesayîtên bombebarkirî amade dikir, ji aliyê wesayîta bêmirov a asîmanî (WBA) ya ku ji Baregeha Asîmanî ya Încirlikê firiya va hat jinavbirin, 2 terorîst hatin kuştin.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên leşkerî hat bîterkirin, duhê îstixbarata ku ji elemanên raçevkirin û kewşê yên li bakurê Sûriyeyê wergirtin, hat nirxandin.
Di encama îstixbaratê da hat kifşkirin ku mensûbên rêxistina terorê DAEŞê li bajarokê Dabikê yê li rojhilatê Azeza navçeya Helebê, binê avahiyekê di çêkirina teqemenî û wesayîtên bombebarkirî da diemilînin.
Îstixbarata navborî bi Navenda Hereketa Koalîsyonê ra hat parvekirin û amadehiyên operasyonê dan destpêkirin. Piştî ku kordînat hatin kifşkirin, bi kontrola Navenda Hereketa Koalîsyonê va ji aliyê wesayîta bêmirov a asîmanî ku modela wê MQ-1 e û çekdar e, ya ku ji Încirlikê firiya va hat jinavbirin.
- Bi WBAya çekdar va dijî heman hedefê hemleya asîmanî ya duyemîn
Piştî hemleya asîmanî ya yekemîn şûnda, demildest bi MQ-1eke din ku çekdar e va hemleyeke duyemîn hat lidarxistin û îmalatxaneya DAEŞê hat jinavbirin. Hat destnîşankirin ku ji ber teqînê avahî rûxî.
Li gorî agahî û dîmenên ewil ên ku hatin wergirtin, bîne bi erdê ra bû yeknesak û 2 mensûbên DAEŞê yên ku di wê kêliyê da derva bûn, mirin. Hat ragihandin ku di dema rûxîna avahiyê da gelek terorîst di bin kavil da man, lê heya niha der barê mijarê da ji herêmê agahiyeke têkûz nehat wergirtin.