Abdullah Tel
15 Mijdar 2017•Rojanekirin: 16 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Di rovanşa tura play-offê ya navbera parzemînan da Awistralyaya ku Hondurasê 3 û 1 têk birheqê beşdarbûna Kupaya Dinyayê ya FIFA 2018an bidest xist.
Rowanşa pêşbirka ewil a ku bêgol qediyabû li Stada ANZê ya bajarê Sîdneyê hat kirin û Awistralyayê Hondarûs ezimand.
Di pêşbirkê da Mile Jedinakê demekê li Tirkiyeyê formayê Gençlerbîrlîgî û Antlyasporê jî li xwe kiribû du jê ji penaltiyê hemû golên welatê xwe avêt. Awistralyayaya ku Hondurasê 3 û 1 têk bir di Kupaya Dinyayê ya FIFA 2018an a li Rûsyayê bê organîzekirin da wê cih bigire.
Gola Hondurasê jî di deqîqeya 90î da Alberto Elîs avêt.
Tîma 32emîn a dawîn ku wê beşdarî Kupaya Dinyayê bibe jî piştî pêşbirka Perû û Zelandaya Nû wê kifş bibe.