17 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2016
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) diyar kir ku di çarçoveya Herekata Mertalê Feratê da 25 endamên DEAŞa rêxistina terorê hatin berterefkirin, 206 hedefên DEAŞê yên ku kozik û parastgeh jî di nav da hebûn hatin îmhekirin.
Li gor agahdarkirina Serokatiya Sererkaniyê Hereketa Mertalê Firatê ya ku li bakurê Sûriyeyê di 24ê tebaxê de ji bo parastina ewlehiya hidûd, piştgiriya hêzên hevpeymanê û berterefkirina tehdîda rêxistinên terorê yên wek DEAŞê hatibû destpêkirin, dewam dike.
Di çarçoveya hereketê da bi mensûbên DEAŞê ra şer derket û 5 terorîstên rêxistinê hatin berterefkirin û 3 wesayîtên bombebarkirî jî hatin îmhakirin.
Kozik û parastgehên ku mensûbên DEAŞê bi kar dianîn ji hêla wesayîtên hedef tespîtkirinê va hatin eşkerekirin û 206 hedefên ji çek, wesayît û kozikan pêk dihatin jî hatin îmhakirin.
Firokeyên cengê yên Hêzên Asîmanî jî hemleya asîmanî birin ser hedefên li herêma El Bab, Bzaghah û Kabr al Mukrî û 64 hedefên unsûrên DEAŞê diemilandin îmha kirin.