Haydar Şahin
17 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2016
XEZE
Hat ragihandin ku rêveberiya Misrê ji bo 3 rojan Deriyê Sînor ê Refahê ji çûyîn û hatinê ra vekir.
Di daxuyaniya Îdareya Deriyên Sînor a girêdayî Wezareta Karên Navxweyî ya li Xezeyê da hat diyarkirin ku Deriyê Sînor ê Refahê yê ku Xeta Xezeyê bi dinyayê ra girê dide ji bo rewşên acil ji bo demekê hat vekirin.
Hat ragihandin ku deriyê sînor 3 rojan vekirî ye û nexweş, xwendekar, kesên bidestûr û kesên ku pasaporta wan a biyaniyan heye dikarin ji derî ra derbas bibin.
Rêveberiya Misrê piştî derbeya 3yê tîrmeha 2013an Deriyê Sînor ê Refahê ji bo çûyîn û hatinê girti bû û car caran ji bo demên kin vedike.