Serokatiya Sererkaniyê daxuyand ku li Merzîfonê balafireke F-16yê ji ber sedemeke nediyar li nêzîkî Mecîtozu/Konakliyê ket. Pîlotê balafirê bi paraşûtê ve xwe avêt û sax xilas bû.
Di malpera Serokatiya Sererkaniyê de daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin ku di saet 10.49an de balafireke F-16 Cyê ji bo perwerdeyê bifire ji Merzîfonê firiya.
Balafir di saet 12.05an de li rojavayê başûr a Merzîfonê li nêzîkî Mecîtozu/Konakliyê ji ber sedemeke nediyar ket. Pîlotê balafirê bi paraşûtê ve xwe avêt û sax xilas bû.
Tîmên cendirmeyan û komandoyan li nêzîkî gundê Konakliyê ya girêdayê navenda Çorumê lêkolîn kirin. Piştî xebatên tîman enkaza balafirê hat dîtin.