Nihat Kavşut
04 Tebax 2017•Rojanekirin: 05 Tebax 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand li Sûriyeyê 3 hezar jin û keçên êzdî her roj di bin zext û destdirêjiya DEAŞa rêxistina terorê da ne.
Komîsyona Lêkolînên Sûriyeyê ya Serbixwe ya Navneteweyî ya NYê daxuyanî da û balê kişand ser rizgarkirina dîl û êsîrên êzdî yên di destê DEAŞê da ne.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ji ser êrîşa DEAŞê ya dijî êzdiyan 3 sal derbas bû û wiha hat gotin: "Qetlîama dijî êzdiyan dewam dike. Bi hezaran mêrên ezdî wenda ne. Li Sûriyeyê 3 hezar jin û keçên êzdî her roj di bin zext û destdirêjiya DEAŞa rêxistina terorê da ne."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin hemû terefên dijî DEAŞê şer dikin divê ji bo rizgarkirina êzdiyan hewl bidin.