Serokatiya Sererkaniyê ragihand ku di operasyonên ji hewayî yên li bakûrê Iraqê birin ser kozikên rêxistina terorê de 34 terorîst hatin kuştin.
Der heqê xebatên xilaskirinê yên ji ber lehiya ku li Hopaya navçeya Artvînê pêk hat û bûyerên girîng ên hundirê welêt de, li ser malpera fermî ya Serokatiya Sererkaniyê agahî hat dayîn.
Di agahiyê de hat gotin ku di operasyona ji hewayî ya ku li bakûrê Iraqê birin ser kozikên rêxistina terorê de bi tevahî 34 terorîst hatin kuştin.
Hêzên ewlehiyê yên ku rê kontrol dikirin di rêya li texma Kepenek a taxa Şemdînliya navçeya Hekariyê teqemeniya bi destçêkirî tespîtkirin û îmhekirin.
Li Yuksekovaya jî terorîstek bê çek û teçhîzat teslîmî hêzên ewlehiyê bû.
Endamekî rêxistina terorê jî bi 2 tiving û 3 bombeyên dest ve teslîmî Qereqola Cendermeyan a Kayapinar a Karliovaya navçeya Bîngolê bû.
Li Sîlopiya navçeya Şirnaxê jî 6, li Kiziltepeya navçeya Mêrdînê 1, li Kayapinar a navçeya Diyarbekirê 1 û li Şemdînliya navçeya Hekariyê jî terorîstek bê çek û teşhîzat teslîmî hêzên ewlehiyê bûn.
Li herêma gundê Kilcan a Elbeyliya navçeya Kilîsê jî 25 endamên DAEŞa rêxistina terorê yên ku dixwestin bi rêyên derqanûnî derbasî aliyê Sûriyeyê bibin hatin girtin. Ji wan 20 kes biyanî ne.
Serokatiyê di daxuyaniya de diyar kir ku ji bo xebatên xilaskirin û lêgerînê yên ji ber lehiyê 3 helîkopter û ekîbeke ku ji 10 kesî pêk tê şandin Hopaya navçeya Artvînê.