DİYARBAKIR
Li Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bi saya Pêvajoya Çareseriyê di hemû qadên jiyana gel de aramî û ewlehî bi cih bûbû lê di demên dawîn de ji ber êrîşên terorî, jiyana rojane û civakî serobin bû.
Bi saya aramiyê esnafên herêmê heta nîvê şevê dikanên xwe nedigirtin lê niha jî ji ber ku PKK rê digire, esker, polês û welatiyan direvîne, wesayîtan dişewitîne, di rêyan de teqemeniyan bi cih dike, hendekan dikole û êrîşên çekdarî li dar dixe qisawet zêde bûye.
Welatiyên ku berê heta nîvê şevê bi malbatên xwe re li restoran, park û baxçeyên wext derbas dikirin niha hewa tarî dibe diçin mala xwe.
Welatiyên herêmê niha rûdanên ku diqewimin ji ser têlevizyonê li malên xwe dişopînin û dixwazin ku bila Pêvajoya Çareseriyê dewam bike û li herêmê êrîşên terorî bi dawî bibin.
- Diyarbekir
Li Kayapinar û Sûr a navçeyên Diyarbekir û semta Ofîsê ya ku bi şev û roj qelebalix bû niha çawa ku roj diçe ava û derve tarî dibe her der vala dibe.
Orhan Çelîk ê ku fotokêş e daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li herêmê ev 3 sal bû bi Pêvajoya Çareseriyê aramî hebû lê di meha dawîn de ji ber rageşiyan, welatî niha mexdûr in û zirareke mezin digihîje esnafên bajêr.
Çelîk di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rageşiyê û wiha pê de çû: "Ev bûyerên ku diqewimin herî zêde li ser welatiyan bi tesîr in. Em di demsala havînê de ne lê piştî wextekê hemû kûçe û kolan vala dibin. Esnaf jî qet qezenc nakin. Em nizanin ku çi bikin. Hêviya me ewe ku ev rageşî û bêhizûrî di demeke kurt de bi dawî bibe û aramî û ewlehî di nav civakê de bi cih bibe."
Suleyman Beklen ê ku li Diyarbekirê xwediyê qafeyê ye jî ragihand ku ji ber bûyerên di meha dawîn qewimîn de zirareke mezin gihîşt karê wan û wiha dewam kir: "Beriya hilbijartinê karê me gelek baş bû. Lê niha em hemû esnaf ji ber van bûyeran gelek di tengasiyê de ne. Em nikarin pereyê çek û xebatkarên xwe bidin. Pereyê ku niha tê têrî mesrefa dikanê nake. Em dibînin ku ji ber bûyerên li deverên cihê yên bajêr diqewimin milet êdî berê xwe dide malên xwe. Diyarbekir ji ber qisawetê piştî saetekê dibe wek bajarekî xirabe. Em niha bi tenê ji bo ku mesrefên xwe derbixin hewl didin. "
- Mêrdîn
Mêrdîna ku li herêmê ji bajarên herî zêde tûrîst lê digerin yek e jî ji ber êrîşên terorî zirar dît.
Berdevke Platforma Jinên Pêşeng Zeynep Alkişê jî diyar kir ku ji ber bûyerên terorî ew destketiyên di nav deh salî de hatin qezenckirin jî serobin bûn û axaftina xwe wiha domand: "Heta meheke berê di meha remezanê de milet heta serê sibehê di kûçe û kolanan de digeriya. Jiyana civakî li çar aliyê herêmê geş bû. Lê bi taybetî ev meheke ku jin, zarok û ciwan ji ber bûyerên diqewimin êvarê nikarin derkevin derve."
Sultan Eksik a ku xwediyê dikaneke çay û simît lê tê firotin e jî ragihand ku ji ber bûyerên terorî di hêla aborî de pir zirar dîtin lewra di demên berê de ji bo ku milet bikaribe li dikanê rûnê cih tunebû lê nihe dikan vala ye.
Eksîkê wiha got: "Tûrîstên xwemalî û biyanî ji ber ku li herêmê ewlehî tuneye êdî nayên û naçin. Saet dibe 18.00 herkes diçe mala xwe."
Ji esnafan cesûr Paşaoglu jî bi taybetî bal kişand ser Mêrdîna ku bajarê tûrîzmê ye û got ku ji ber bûyerên qewimîn ev meheke li bajêr jiyana civakî nemaye û milet ji ber talûkeyê newêre ji malên xwe derkeve derve.
Gabî Yerliyê ku li Mêrdînê esnaf e jî wiha got: "Ji ber bûyeran tûrîst êdî nayên herêmê û şêniyên herêmê jî naxwazin ji malên xwe derkevin. Ev 3 roj e ku min hêj sifteh nekiriye."
- Batman
Li Batmanê jî ji esnafan Feyzî Bulundur ku xwediyê qafeyê ye qala halê esnafên herêmê kir û wiha got: "Li herêmê ji ber bûyeran her tişt sekiniye. Milet ji mala xwe diçe kar û ji kar diçe mala xwe. Jiyana civakî sekiniye û esnaf bêçarene. Ev gel êdî aştiyê dixwaze, hêvî dike ku bila êdî tiştên xweş pêk bên."
Ji welatiyan Muhammed Kapici jî diyar kir ku heta mehek berê tevlî malbata xwe li gor dilê xwe li derve digeriyan lê ji ber êrîş û bûyerên niha wexta xwe li malê derbas dikin.
- Şirnax
Bûyerên terorî yên ku di demên dawîn de diqewimin li Şirnaxê jî tesîra xwe nîşan didin. Ji esnafê bajêr Ramazan Ertaş wiha got: "Li herêmê tiştên ku esnaf dixwazin bi tenê hizûr e. Ev hemû tiştên ku diqewimin heta mehek berê tunebû. Ji ber bûyeran kar û barê me ji sedî 70yî daketin. Gel heta mecbûr nemîne dernakeve derve. Hewa çawa ku tarî dibe milet diçe mala xwe."