Türkan Tosun
11 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2018
POTOÇARİ
Komkujiya Srebrenîtsayê piştî Şerê Cihanê ya Duyem wek komkujiya herî mezin a Ewrupayê tê zanîn û 8 hezar û 372 Boşnak di vê komkujiyê da hatin kuştin. 35 qurbaniyên vê komkujiyê îro wê bên definkirin.
Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul jî wê beşdarî merasimê bibe.
Hêzên Sirban di 11ê Tîrmeha 1995an de bi fermandariya Ratko Mladîc Srebrenîtsaya bajarê Bosna Hersekê dagir kirin, li bajêr komkujiyeke mezin kirin û kuştiyan xistin gorên komî.
Nasnameya 35 kesên ku ji wan goran hatin derxistin, hatin tespîtkirin. 35 qurbanî wê piştî nimêja nîvro wê li Goristana Abîdeyê ya Potoçariyê bên definkirin.
Ji hundirê welêt û dervayî welêt bi hezaran kes ji bo ku beşdarî merasima definkirinê bibin û li gel malbatên van qurbaniyan bin hatin Potoçariyê.
Eqrebayên qurbaniyan hatin ser gora hezkiriyên xwe yên ku berê hatine definkirin û ji wan ra dia kirin.
- Cara dawîn xatir dixwazin
Tabutên qurbaniyan ji fabrîqeya akumulatorê ya kevn ya ku eskerên Neteweyên Yekbûyî di şer da wek baregeh bi kar dianîn derxistin anîn goristanê.
Eqrebayên qurbaniyan li ser tabutên wan digrîn û cara dawîn ji wan xatir dixwazin.
Di nav 35 qurbaniyan de yê herî ciwan Vesîb Îbrîcê 16 salî, yê herî kal jî Sahîn Hahîlovîê 71 salî ye. Ji bilî vê Remzîja Dudîca 6 mehî ducanî bû û di rêya daristanê da ew û mêrê wê hatin kuştin jî wê bên definkirin.
Navê qurbaniyên ku wê bên definkirin wiha ye;
Omer Alîc, Muhamed Alîc, Fahrudîn Alîsevîc, Suvad Avdîc, Hazîm Beganovîc, Suad Begovîc, Kîram Bektîc, Ramo Borîc, Bajro Budovîc, Edîn Burîc, Salem Cakanovîc, Azîz Dautbasîc, Nîjazîja Dudîc, Remzîja Dudîc, Avdîja Gusîc, Sahîn Halîlovîc, Ahmet Hasanovîc, Nesîb Hasanovîc, Hamdîja Hasîc, Sejad Husejnovîc, Vesîd Îbrîc, Saban Îkanovîc, Hazret Kadrîc, Nîjaz Kadrîc, Senad Malîc, Ferîs Mehmedovîc, Safet Merdzîc, Hajro Muhîc, Nesad Mujcînovîc, Asîm Mujîc, Kadrîja Musîc, Salîh Selîmovic, Hamed Smajîc, Ahmo Smajîc û Rîzo Sulejmanovîc.