Abdullah Tel
11 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2018
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder el- Ebadî diyar kir ku dizîna rayan "sûc" e û ew ê ceza li kesên ku li Kerkûkê ray dizîne, bibirin.
Ebadî di civîna çapemeniyê ya heftane da li ser îdiayên der barê hilbijartina 12 gulanê hatibû da axivî.
Di axaftina xwe da destnîşan kir ku ew li hemberî rayên li Kerkûkê hatibûn dizîn wê bê deng nemînin û wiha pê da çû:
"Li Kerkûkê encama jimartina bi destan çi dibe bila bibe, em yên rayan dizîne efû nakin, em ê bidin pey wan û ceza li wan bibirin. Dizîna rayên dengdêran sûc e"
- "Hedef ew e ku em DEAŞê li Sûriyeyê têk bibin"
Serokwezîrê Iraqê Ebadî ji bo pirsa "li Iraqê ji ber DEAŞa rêxistina terorî xebatên ku bi misteşarên eskerî yên biyanî ra tên kirin gelo wê dewam bikin an na?" wiha bersivand:
"Hejmara misteşarên eskerî yên biyanî di dema operayona Mûsilê da gihîştibû asta herî zêde. Piştî DEAŞê me hejmara misteşarên eskerî yên biyanî kêm kir. Em niha piraniya kesên mane jî di mijara têkoşîna DEAŞa li Sûriyeyê da diemilînin. Hewla me heye ku em DEAŞê li Sûriyeyê jî têk bibin. Ji bo li herêmê dawî li terorê bê em dixwazin ku piştevaniya civaka navneteweyî dide me dewam bike."