Li gor daxuyaniya ku di malpera fermî ya Serokatiya HKIyê de hat weşandin hevdîtin li avahiya Barzanî ya li navçeya Selahaddînê hat kirin û di hevdîtinê de li ser têkiliyên herêma Kurdistanê û yên Ewropayê sekinîn.
Barzanî her wiha der barê pirsgirêka neftê û budçeyê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê de jî agahî dan Swoboda. Barzanî got ku Bexda destûrê bin pê dike û daxwazên kurdan qebûl nake. Barzanî qetlîamên ku rabirdûyê de li ser kurdan hatibûn kirin bi bîr xist û got "Kurd piştî ev qas qetlkirin û kuştinan bi tu awayî qebûl nakin ku li paş bimînin, bikevin asta duyem û tune bên hesibadin."
Barzanî da zanîn ku li Iraqê wek kurd û ereb du neteweyên sereke hene û got kurd dixwazin ku bi ereban re di şert û mercên wek hev de bin lê Bexda vê daxwaza wan paş guh dike.
Serokê Koma Sosyalîst a Parlementoya Ewropayê Hannes Swoboda jî bal kişand ku "Serkeftinên li herêma Kurdistanê bi hêsanî nehatin bidestxistin" û wiha axivî: "Ez dê peyama gelê herêma Kurdistanê ragihînim Ewropayê. Ev peyama gelekî ku bi aştî û xweşbîniyê welatê xwe digihîne serkeftinan e."
Swoboda li ser vebûna demokratîk a li Tirkiyeyê jî sekinî û ji bo piştgiriyên wî yên li ser pêvajoyê spasiya Barzanî kir.