Anadolu Agency (AA) wê çalakiyên ku li Fergûsona bajaroka St.Loûîsa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bên lidarxistin, bi awayekî zindî biweşîne. Çalakî ji ber biryara desteya dadgeran a der heqê polêsê ku xortekî reşik kuştibû de da tên lidarxistin.
Li Fergûsona DYAyê polêsekî bi caran gule berî xortekî reşik ê 18 salî da û xort mir, piştî vê jî li bajarokê çalakiyan dest pê kir û belav bûn, AAyê jî hemû tiştên ku qewimîn wek nûçe bi dîmen û wêne gihand aboneyên xwe. Di 26ê mijdarê de jî bi saeta Tirkiyeyê di 06.00an de AA ji wê herêmê dê bi awayekî zindî weşanê bike û bigihîne aboneyên xwe.
Weşan a bi neqlî ji sibê pê ve ji Fergûsonê dest pê dike û ji ser AA Global TVyê jî dê bigihêje navenda nûçe û têlevizyonên ku aboneyê wê ne. Di heman demê de weşan dê ji ser navnîşanên www.aa.com.tr ve www.aa.com.en jî dê bên dayîn. Weşanê bi qasî saetekê dewam bike û rûdanên ku seranserê rojên biqewimin jî dê ji ser malperên AAyê bên dayîn.
Aboneyên AAyê dê bikaribin weşana ku bi saeta Tirkiyeyê di 26ê mijdarê de saet di 06.00an de dest pê dike rasterast ji ser têlevizyonên xwe bidin.
-Li Fergûsonê çi bûbû?
Li eyaleta Mîssoura ya DYAyê di 18ê tîrmehê de polês Darren Wîlson xortê reşik û bêçek Mîchael Brown kuştibû. Wîlson îdia kiribû ku bi xortê reşik re çek hebû û ji ber vê yekê wî gule berdayê lê paşê derket holê ku li holê çek tunebû.
Ji ber vê jî di 10ê tebaxê de li Fergûsonê bûyerên gelekî mezin dest pê kiribûn û ji ber tevgera polêsan bûyer zêdetir mezin û belav bûn.
Li Mîssîouriya eyaleta DYAyê jî der heqê polêsê ku Mîchael Brownê xortê reşik ê 18 salî yê bêçek kuştibû de biryar hat dayîn ku hewce nîne bê darizandin. Ji ber vê biryarê Fergûson di serî de li gelek deverên DYAyê çalakiyên wek bertek tên lidarxistin.