Di çarçoveya "Bernameya Lijneyên Rojnamevan" a ku ji aliyê Kordînatoriya Dîplomasiya Kamûyê (KDK) û Midûriya Giştî ya Enformasyon, Çapemenî û Weşanê (BYEGM) mensûbên çapemeniyê yên bahreynî hatin Tirkiyeyê. Lijneya bahreynî der barê faliyetên AAyê, zimanên weşanê û armanca wê de agahî sitandin.
Birêvebirê Weşana Giştî ya AAyê Metîn Mûtanoglu lijne qebûl kir. Mûtanoglu got ku nûçegihanên ku erebî dinivîsin bûyerên li Bahreyn û welatên li herêmê ji nêz ve dişopînin. Wekîlê Midûrê Giştî yê Ajansa Nûçeyan aBahreynê Mihemed Silêyman El-Noaîmî jî got ku dixwazin ku ji tecrubeyên çapemenî û weşanê yên AAyê sûd wergirin.
Piştî ziyaretê di navbera Anadolu Agency û Ajansa Nûçeyan a Bahreynê de mutabaqata hevkariyê hat îmzekirin. Lijneya rojnamevanan pişt re li serwîsan geriyan û der barê xebatên serwîsan de agahî sitandin.