HEWLÊR
Midûriya Perwerdeya Bajêr ya Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bi sedema ku li welêt nûçeyên "serkeftî" û "bêalî" çêdike, xelat da Anadolu Agencyê.
Merasima xelatê li Walîtiya Hewlêrê hat lidarxistin û Midûrê Perwerdeya Bajêr Bekir Kerîm di merasimê da axivî. Kerîm wiha got: "Anadolu Agency geşedanên welat û bajarê me bi awayekî serkeftî û bêalî radigihîne. Ji ber vê çendê em xebatkaran pîroz dikin. Em hêvî dikin ku weşanên wan bi heman awayî dewam bikin."
Kerîm xelata AAyê da Hamîd Huseyînê ku li ofîsa Hewlêrê dixebite. Kerîm ji bilî AAyê xelat da hin saziyên medyayê yên ku bi erebî û kurdî weşanê dikin jî û wiha got: "Ji bo me rola medyayê pir girîng e. We xebat û bernameyên me bi awayekî serkeftî ji raya giştî ra ragihand. Ji ber vê çendê saeta we xweş bibe."
Servîsa Nûçeyên Kurdî li Iraqê ji 1ê îlona 2013an û heta niha xebatên xwe didomîne. Servîs beriya vê xelatê jî ji bo ku "der heqê gendeliyê da weşana serkeftî kir" saziya bi navê Organîzasyona Medyayê xelat dabûyê.
Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Hewlêrê ji bo weşanên aboriyê, Organîzasyona Medyayê ya Zengê jî ji bo hesasiyeta civatê "Xelatên Serkeftinê" dabûn nûçegihanên AAyê.
Parlementoya HKIyê jî bi sedema ku wêneyên drama êzdiyên Çiyayê Şingalê û "rêwîtiya mirinê" ji dinyayê re ragihand plaketa sipasdariyê dabû AAyê. Parlementerên herêma Kurdistanê paşê ev wêneyên AAyê wek belge radestî Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya Laheyê kirin da ku şideta li ser êzdiyan wek "nijadkujî" were qebûlkirin.
Li ser plaketa sipasdariyê îmzeya Serokê Parlementoyê Mihemed Yûsuf heye û di plaketê da wiha hatibû gotin: "Em wek Parlemetoya Kurdistanê ji bo wêne û agahiyên ku wek belge ne ji Anadolu Agencyê ra sipasdar in. Anadolu Agency ji bo parastina mafên mirovan helwesteke girîng da nîşan û ji bo ku trajediya Şengalê di Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya Laheyê da wek nijadkujî were qebûlkirin, bû alîkar."