XEZE
Tîma Xezeyê ya Anadolu Agencyê, dîmenên tunela Serîyeyên Qudsê ya Tevgera Cîhada Îslamî kişand.
Tîma AAyê bi şervanên Seriyeyên Qudsê re çûn tunelan. Di tunelê de rampeyên rokêtan yên avêtine mewziyên Îsraîlê hatin dîtin.
Rayedarekî Seriyeyên Qudsê yê ku hez nekir navê xwe bide, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ew vê tunelê ji bo avêtina topên hawanan bi kar tinîn.
Rayedar wiha peyivî: "Şervanên Seriyeyên Qudiê bi xêra vê tunelê ketin nav dijmin û roket avetin wan. Şikir ku wan cihê tunelan tespît nekir."
Îsraîlê bi salan e Xeze dorpêç kiriye û di 7ê tîrmehê de êrîşa asîmanî û di 17ê tîrmehê de jî ji bejahê êrîş bir li ser Xezeyê. Di êrîşan de heta niha hezar 943 filistînî mirin û 9 hezar û 886 kes jî birîndar bûbûn.
Ji aliyê Îsraîlê hatibû gotin ku heta niha ji wan 64 leşker, 3 sivîl 67 welatiyên wan hatine kuştin û dîsa jê 651 kes leşker hezar û 8 kes jî birîndar bûne.
Ji aliyê din Lîwayên Îzzeddîn el-Qassam jî destnîşan kiribûn ku wan heta niha 161 leşkerên Îsraîlê kuştine.