AGRI
Li Tutaxa navçeya Agiriyê di navbera du malbatên eqrebe de şer derket û 3 kes hatin kuştin. Navê kesên ku di şer de mirin û birîndar bûn hat eşkerekirin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, piştî hilbijartina mixtariyê li gundê Qerexalita Jor di navbera du malbatan de neyartî derket. Paşê di navbera malbatan de şer derket. Hat ragihandin ku di şer de Mixtar Suleyman Açar (58), Muhammet Açar (16) û Nurcan Taşdemira ku bi mêvantî hatibû gund mirin.
Di şer de Mehmet Saît Açar (25), Tevfîk (64), Bîşar (50), Şebap (39), Narîn (5) û Zeycan Arat (45) û Burhan Gul (36) jî birîndar bûn.
Ji birîndaran Mehmet Saît Açar, Bîşar, Şebap, Narîn û Zeycan Arat û Burhan Gul rakirin nexweşxaneyên li Agiriyê, Tevfîk Aratê ku rewşa wî giran e jî rakirin Navenda Tipê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê.
Cinazê 3 kesên ku di şer de hatin kuştin jî ji bo ku li ser otopsî bê kirin şandin Saziya Tipa Edlî ya Tranbzonê.
Hat ragihandin ku lêpirsîn hê dewan dike û cendirmeyan li gund tedbîrên ewlehiyê hildane.