Türkan Tosun
12 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2020
Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin agirbesta li Libya û Îdlibê ji nêz va tê şopandin.
Hat gotin di 8ê çileya paşîn da li Stenbolê civîna Serokomarên Tirkiye û Federasyona Rûsyayê hat lidarxistin û li wir biryar hat dayîn ku li Libya û Îdlibê agirbest bê kirin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Li Libya û Îdlibê di 20ê çileya paşîn a 2020an da ji saet 00.01an pê va agirbestê dest pê kir. Agirbesta ku li herdu herêman bi mebesta ku êrîşan bide sekinandin, mirov nemirin, koçberî çênebe û jiyan vegere halê xwe yê normal kete rewacê, gavek e û ji bo îstiqrar û aştiyê jî giring e. Ji ragihandina agirbestê ya li herdu herêman vir va alî hewl didin li gor agirbestê tevbigerin, jibilî yek an jî du bûyerên munferîd rewş aram e. Agirbest ji nêz va tê şopandin."