Bilal Güler,Sayed Khodaiberdi Sadat
23 Hezîran 2022•Rojanekirin: 23 Hezîran 2022
Ajansa Anadoluyê li Efxanistanê dîmenên herêmên ku piştî erdhejê lê herî zêde mirov mirin û xisara herî zêde çêbû kişand.
Duh berdestê sibê li rojhilatê Efxanistanê li wilayetên sînorên Pakistanê erdhej çêbû û hat ragihandin ku gheta niha ji ber erdhejê ji hezarî zêdetir mirov mirin û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) pêşî lerza erdhejê wek 6,1 paşê wek 5,9 eşkere kiribû.
Erdhej li welêt herêmên serjimara wan zêde ye xist û lerze paytext Kabul jî di nav da li Host, Paktîka, Paktîa, Xaznî, Logar û Nangerharê jî gelekî hat hîskirin. Lêbelê xisar madî a herî zêde û mirina mirovan li sînorê Pakistanê ya wilayeta Paktîkayê, li navçeyûn Giyan û Bermelê û li gundên wan çêbû.

- Bi hezaran Efxan alîkarî dikin
Ekîba AAyê dîmenên trajediya mirovî û xisara madî ya li navenda navçeya Giyanê kişand.
Ji Şerena navçeya navend a wilayeta Paktîkayê gihaştina herêmên afedê ji ber çiya, ax û rêyên teng û xirab ji 4 saetan dibore. Lêbelê digel van hemû tiştan ji herêmên hawirdor bi hezran Efxan ji bo ku alîkariya xebatên lêgerîn û xilaskirinê bikin bi sedan wesayîtê têne herêmê.
Zêdebûna wesayîtan li hin cihên rê bû sedema trafîkê û ji ber rêyên dijwar hin wesayît xira bûn, hin jê jî qeza kirin.
Hat dîtin ku berêvarê ji 50yî zêdetir ambûlansê ji herêma afetê mirî û birîndar dibin.
Hat dîtin ku di nav rojê da hin rayedarên payebilind ên Talîbanê herêm ziyaret kirin û bi hezaran mensûbûn Talîbanê jî tevî xebatên lêgerîn û xilaskirinê bûne.

- Navber dan fealiyetên lêgerîn û xilaskirinê
Ji ber ku roj çû ava û li navendên navçeyan û gundan ceyran tune û şilî heye heta sibû navber dan xebatên lêgerîn û xilaskirinê.
piraniya mensûbûn Talîbanê û Efxanên alîkariyê dikin ji bo ku sibê dîsa vegerin ji herêmê çûn.
Li navenda navçeyê hat dîtin ku xaniyên ku piraniya wan ji kîl, kerpîç û heriyê hatine çêkirin bi taybetî bi tepbûna banên wan hilweşiyan û kesên mirin li gorên komî hatin definkirin.
Jimarên zelal nehatin dayîn ka tam çend kes mirine û niştecihên navçeyê vê wekî "bi sedan mirî" dinirxînin.
Rayedarekî naexwest navê wî bê eşkerekirin û li Midûriya Ewlehiyê ya Paktîkayê dixebite got ku bin enqazan da ceset hene ku divê bên derxistin.
Rayedarê Talîbanê wiha axivî: "Em ê sibehê zû dîsa xebatan bidomînin. Hê di bin enqazan da gelek ceset hene ku divê bên derxistin. Hin gund jî bi temamî xira bûn, xaniyek li ser piyan nema."

Doxtorekî ki navê Melîkgazî Muzemmîl jî ragihand ku bi sedan ceset dîtiye û got ku "Ez ji navenda Paktîkayê hatim. Hevalên min ên doxtor ên din jî ji wilayetên hawirdor ji bo alîkariyê hatin. Dema ez hatim herêmê her tişt serobino bibû. Li gundekî tenê kêm zêde 300 kes mirin, 350 kes jî birîndar bûn."
- "Nîvê xaniyan xira bû"
Niştecihekî herêmê yê bi navê Karî Seyfullah jî diyar kir ku afetzede hewceyê her cure melzemeyên mirovî ye û got ku "Li vir hewa sar e, baran jî dibare. Niha gelek erdhejzede li derva dimînin. Acîl hewcehiya me bi kon û xurekê heye. Li navçeyê dora 3 hezarî xanî hene û hema bêje nîvî xira bûn."
Kesekî bi navê Ebdulkerîm jî behs kir ku ji navenda Paktîkayê ji bo alîkariya fealiyetên lêgerîn û xilaskirinê hat Giyanê û wiha axivî: "Em nêzî esrê hatin vir. Piştî wê di xebatên lêgerîn û xilaskirinê da me cesedên 98 kesan derxist, di nav wan da jin û zarok jî hebûn. Ji hin malbatan tu kes nefilitî."
- Ji malbata wê 5 kes mirin
Ji hêla din va jinikeke nîvsere jî got ku li hewşa xaniyê xwe yê xirabî kon vedaye û li wir dijî.
Jinikê diyar kir ku mêrê wê û 4 zarokên wê mirin û behs kir ku eşyayên ku ji enqaza mala xwe derxist kişand hewşê.
Jinika dilşewat û got ku "Hûn jî dibînin. tu tiştên min neman. Ji malbata min 5 kes mirin. Niha li ba min kurekî min ma derûniyeta wî jî xirab e."