LONDRA
Li Sûriyeyê hêzên rejîmê, bi "bombeyên warîlê" êrîşê dibin ser herêmên lê muxalif dijîn. Hat diyarkirin ku di nav du hefteyan de li herêmê 517 kes mirin.
Koma Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, daxuyand ku bi bombeyên warîlê yên ji aliyê firokeyên Sûriyeyê ve hatin avêtin, 151 zarok û 46 jin mirin.
Li gor daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê, hêzên rejîmê ji hewayê bi "bombeyên warîlê" li bejayê jî bi roket û topên hawanê operasyonan dikin. Hat ragihandin ku di encama operasyonan de li Helebê 50, Xûmûsê 15, paytext Şamê 16, Hamayê 7, Dera û Deyrû'z Zorê 6, Raqqa û Îdlibê 4 û Lazkiyeyê 2, bi tevahî 99 kes di encama êrîşan de mirin.