ÎSTANBUL
Wezareta Çavkaniyên Sirûştî û Petrolê ya Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) got ku, herçiqas hikûmeta navendî qebûl neke jî ew êdî petrolê sewqê Tirkiyeyê dikin.
Di daxuyaniya Wezareta Çavkaniyên Sirûştî û Petrolê ya HKIFê de, hat diyarkirin ku sewqiyata petrolê di serê meha kanûna paşîn de dest pê kir. Hat ragihandin ku petrol li ser xeta boriyê ya nû hat avakirin re dişîn Ceyhanê.
Li welêt di nav hikûmeta navendî û rêvebiriya herêmî de ji ber çavkaniyên sirûştî û petrolê pirsgirêk derketine holê. Bexda, îdia dike ku di mijara bazirganiya navneteweyî û îxracata petrolê de tenê xwediyê maf ew e, herwiha rêvebiriya herêmê jî dibêje di makezagonê de hêqê wan yê birêvebirinê heye û di mijarên rêvebirinê û mafên din de jî azad in.
Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku ji dema dagirkeriya DYAyê vir ve, rêvebiriya herêmî bi dehan şirketên biyanî re gelek peyman îmze kiriye û hikûmeta navendî jî diparêze ku ev bi rêyên bêhiqûqî hatine îmzekirin.
Tê çaverêkirin ku di meha sibatê de 4 milyon warîl, di meha adarê de jî 6 milyon warîl sewqiyat bê kiirin û armanca wan ew e ku sewqiyatê di meha kanûna pêşîn de jî bigihînin 10-12 milyon varîlan.
Li Iraqê piştî şer ambargoya ku li herêmê bi salan dewam dikir, rabû. Niha ji bo çavkaniyên petrol û xaza xwe bixebitîne û geş bike hewl dide. Piştî 2008an herêm ewledar bû Iraqê ji DYAyê bi Exxon Mobil, ji Ingilistanê bi BP û ji Fransayê jî di nav de Total jî heye bi gelek fîrmayên vejenê yên biyanî re peyman îmze kir.
Di encamê de rojane hilberîna petrolê ji 2,4 milyon warîlan gihişt 3 milyon warîlan û di îxracata rojane de jî ji nêzîkî 2 milyon warîlan gihişt 2,4 milyon warîlan.