CENEWRE
Ji bo ku qeyrana li Sûriyeyê were çareserkirin aliyên sûriyeyî li Cenewreyê bi navbeynkariya NYê ve dest bi muzakereyan kirin.
Lijneyên Koalisyona Neteweyî ya Hêzên Muxalif û Şoreşger ên Sûriyeyê (KMŞS) û rêveberiya Sûriyeyê li Cenewreyê di navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî (NY) de dê ray û ramanên xwe diyar bikin.
Hat destnîşankirin ku muzakere bi texmînî dê hefteyekê bidomin û lijneyên herdu aliyan jî ji 9 kesan pêk tê û ji bilî van endamên esil 6 kesên cîgir jî hene.