WASHINGTON
Wezareta Karên Derve yên DYAyê da zanîn ku civînên aştiyê yên di navbera Îsraîl û Filistînê de dê îroj dest pê bike.
Berdevkê Wezaretê Jen Psaki di daxuyaniya nivîskî de da zanîn ku Wezîrê Karên Derve yên DYAyê John Kerry bi Serokê Dewleta Filistînê Mahmûd Abbas û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû re axivî. Di axaftina xwe de ji bo muzakereyên statuya herdu dewletan xwest ku heyetên xwe yên muzakereyê bişînin Washingtonê.
Psaki ragihand ku di muzakereyan de temsîlkarên Îsraîlê Wezîrê Dadê Tzipi Livni û Yitzhak Molcho ne û temsîlkarên Filistînê jî Muzakerekar Saib Erekat û Mûhammed Ştayyeh in.
Psakî da zanîn ku di 19ê tîrmehê de Serok Kerry li Ammanê bi Filistîn û Îsraîliyan re civiyaye û ji bo ku muzakere ji nû ve dest pê bikin, li hev kiriye. Civîna li Washingtonê dê bibe despêkirina muzakereyan.
Psakî got ku civînên li Washingtonê dê planên paşeroja muzakereyê jî nîşanê me bide.
Jen Psakî dûpat kir ku Kerry di vexwendnameya xwe de got: "Cesareta Netenyahû û Abbas şiyanê pîrôzbahiyê ye ku destê xwe xistin binê vî barê mezin."
Psaki got ku Kerry minetdariya xwe ya li hember wan serokan bi lêv kiriye û her wiha DYA jî bi çar çavan li benda vê muzakereyê û hevpeymana statuyê ye.