Merhaleya Kordînasyona Wesayîtên Binyadî û Polîtîkaya Herêmî ya muzakereyên Tirkiyeyê yên ji bo beşdarbûna YEyê bi konferansa navbera hikûmetan de vebû. Wezîrê YEyê û Sermuzarekerevan Egemen Bagiş, Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz, Serokê Heyamê yê YEyê Wezîrê Karên Derve yê Lîtvanyayê Lînas Lînkevîcîus û endamê Komîsyona YEyêyê ji pêşketinê berpirsyar Stefan Fule beşdarî konferansê bûn.
Wezîrê YEyê Bagiş got ku Fransa û Almanyayê berê çend caran ji bo vebûna merhaleyê astengiyên siyasî derxistin û ji ber wê hinekî bi derengî ketibe jî dîsa vebûna merhaleyê gaveke gelekî girîng e û dê ev yek gelekî bandorê li ser Tirkiyeyê bike.
Bagiş daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "bi tetbîqkirina merhaleyê cîwan û jinên li herêman, bi projeyên ku dê bên pêşxistin, dê bêtir bikarin beşdarî kar bibin. Dê keçên hê zêde biçin dibistanê. Dê ji bo welatiyê me yên ji her temen, zayend û neteweyê, perwerdeya pîşeyî û teknikî bê dayîn. Dê hewl bê dayîn ku kesên hewceyê eleqeya teybet in jî bikevin kar."
Bagiş got ku merhale dê cudahiya pêşketinê ya di navbera herêman de jî ji holê rake û dê piştgiriyê bide ku têkiliya di navbera herêman de xurt bibe. Piştgiriyên merhaleyê ji bo pêvajoya çareseriya ku nahêle xwîn birije jî dê çêbe.
Bagiş got ku hêviya min ew e ku vebûna merhaleya polîtîqaya herêmê di têkiliyên Tirkiye û YEyê de bibe sedema derbasbûna heyama "em hemû bi hev re". Bagiş destnîşan kir ku Tirkiye ji bo YEyê nabe bar, bereksê vê barê YEyê dê sivik bike û bi endamtiya Tirkiyeyê YE dê ji projeya aştiyê ya parzemînî veguhere û bibe projeyeke gerdûnî ya aştiyê.
Ji Wezareta Kerên Derve daxuyaniyek hat dayîn û kêfxweşiya ji ber vebûna merhaleyê hat diyarkirin.