BERLÎN
Hat ragihandin ku Almanya ji bo têkoşîna bi DÎŞIyê re dê bi bihayê 13 milyon euroyê arîkariya çek û cebilxaneyê bide Herêma Kurdistana Iraqê.
Di lîsteya ku ji aliyê Wezareta Parastinê ya Almanyayê ve hat eşkerekirin de di nav çek û cebilxaneyên ku dê ji HKIyê re bişînin de 30 tanksavarên mîlan, 203 heb bazûka, 4 hezar û 80 tifingên peyadeyan ên G3, 40 P1 dermançe, 10 hezar bombeyên destan, 10 wesayîtên neqliyeyê yên bi navê "Dîngo"yê û 10 wesayîtên sihî, 6,5 milyon berik û ji bo zivistanê cilên curbicur û melzemeyên sihî yên şexsî cî digirin.
Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku DÎŞIya rêxistina terorê li Iraq û Sûriyeyê bi milyonan mirovî tehdît dike û hat gotin DÎŞI îstiqrara li herêmê dixe bin xetereyê, ev yek jî rasterast berjewendiyên ewlehiyê yên Almanyayê tehdît dike.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Neteweyên Yekbûyî gelek caran li ser tehdîda DÎŞIyê sekinî û divê piştgiriyê bidin hewldanên hikûmeta Iraqê yên ji bo têkoşîna bi terorê re. Dan zanîn ku hikûmeta Iraqê jî ji endamên NYyê xwestin ku piştgiriyeke berfireh bidin.
Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku Almanya di nav îtifaqa navneteweyî de tevdigere û DÎŞI di van mehên dawîn de hinek hat rawestandin û paş ve dikêşe û hat diyarkirin ku Almanya jî bi arîkariyên ku heta niha bi arîkariyên ku hatin kirin jî piştgirî da vê yekê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi hikûmeta navend a Iraqê re îstişareyê kirin û par arîkariya leşkerî dan HKIyê. Hat gotin ku hikûmeta almanan niha jî di encama îstişareyên ku bi hikûmeta Bexdayê, partnerên navneteweyî û HKIyê re hatin kirin, biryar da ku van arîkariyan berfirehtir bike.
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku arîkariya leşkerî ya ku dê bikin bihayê 13 milyon euroyê de ye.
Serokê Koma Parlementoya Federal a Partiya Yeşîllerê Anton Hofreîter vê biryara ku hikûmeta almanan da rexne kir û got hikûmeta almanan jî nizane ka çekên ku berê niah şandin li kû ne.
Almanya par di mehên îlon û sermawezê de bi bihayê 70 milyon euroyê çek û cebilxane şandibû HKIyê û pişt re jî 32 pêşmergeyên ku anîbûn welêt, li eyaleta Bawyerayê der barê bikaranîna çekan de perwerde dabû.
Parlementoya almanan jî hefteya borî biryara ji bo perwerdekirina hêzên HKIyê şandina yekîneya leşkerî ya ku ji 100 kesî pêk tê, tesdîq kiribû.