22 Adar 2017•Rojanekirin: 23 Adar 2017
BERLÎN
Almanya herçiqas tevgerên rêxistina terorî PKKyê qedexe kiribe jî. Dengê xwe ji çalakiyên endamên rêxistinê yên li hemberî welatiyên Tirkiyeyê, dernaxe.
Sala borî endamên rêxistina terorî PKKyê herî, kêm 42 caran êrişî kargeh, mizgeft û komeleyên welatiyên Tirkiyeyê kirin. Di van êrîşan da 19 weltiyên tirk birîndar bûn. Di êrişên ku demançeya xweşiyê, kêr, amûrên teqînê û şewatê hatin bikaranîn de 26 avahî û wesayitan xisar dît.
Polêsên Alman ku li hemberî rêxistina terorî PKKyê têkoşîneke pêewle nakin, der barê van êrişan de nêzî 38 lêpirsîn vekirin lê gelekê van bê encam man. Herwiha 39 PKKyiyên ku der barê van bûyeran da hatin girtin, gelekê wan serbest hatin berdan, tenê 5 endamên rêxistinê hatin girtin.
-Êrişî Mizgeftan kirin
Sala borî di 12 çileya paşîn de li Heilbronnê endamê rêxistina terorî PKKyê li nêzî mizgefta Yekîtiya Tirk Îslamê ya Karên Diyanetê (DÎTÎB) bi demançeya xweşiyê gule berdan û kesên li derdorê tehdit kir, heman kesî di 9ê Çiriya Paşîn a 2016an de li Oldenburgê bi amûrên teqîn û şewatê êrişî komeleya mizgefta DÎTÎBê kir.
Endamên rêxistina terorî di 17ê mijdara 2016an de li Stadedê paceyên Mizgefta Mezin şikandin û li ser dîwarên mizgeftê dirûşm nivîsandin.
Li giştiyê Almanyayê milîtanên PKKyê êrişî 8 mizgeft û komeleyên mizgeftê kirin.
Rêxistina terorî par herî zêde êrişî saziya Yekîtiya Demokratên Tirk ên Ewropayê kir.
Rêxistinê di 22yê Adarê de êrişî nûneriya vê saziyê ya Dinslakenê, di 26ê adarê de êrişî nûneriya wê ya li Grevenbroîchê kir. Di 29ê Adarê de jî wesayita nûnerê Hamburgê yê saziya Yekîtiya Demokratên Tirk ên Ewropayê hat şewitandin.
Par nûneriyên saziya Yekîtiya Demokratên Tirk ên Ewropayê yên li Munîh, Leverkusen û Essenê ji hêla rêxistina terorî ve rastî êrişê hatin.
Endamên PKKyê li bajarên Kîel, Lubeck, Koln û Hamburgê dema xwepêşandan de êrişî welatiyên tirk kirin û 19 kes birîndar kirin.
- Fealiyetên PKKyê yên li Almanyayê
Digel ku di 1993yan da li Almanyayê hat qedexekirin PKK, ji ser komeleyên ku ava kir va bi kirasê fealiyetên çandî, xebatên propagandayê dike, bi zorê xeracê berhev dike, ji bo rêxistinê milîtanan bîter dike.
Li gorî rapora dawîn a servîsa îstixbarata navxweyî ya Almanyayê Teşkîlata Parastina Destûrê (BfV), li welat bêtirî 14 hezarî endam û alîgirên rêxistina terorî PKKyê hene.
Rêxistina terorî PKK, Almanyayê digel fealiyetên propaganda û lojîstîkê, ji bo berfirehkirina çavkaniyên xwe yên darayiyê jî diemilîne.
Li gorî teşkîlata îstixbarata navxweyî BfVyê, PKKyê bi tenê di sala 2015an da li Almanyayê zêdetirî 13 milyon ewroyî pere kom kir.