Li Licêya navçeya Diyarbekirê, endamên PKKya rêxistina terorê êrîş birin ser Fermandariya Cendirmeyê ya Navçe û Midûriya Ewlekariyê ya Navçeyê.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, komeke endamên rêxistinê di heman demê de, bi çek û roketavêjan êrîşê avahiya ewlekarî û cendirmeyê kirin.
Di êrîşê de kes nemir û birîndar nebû. Hêzên ewlekariyê di heman demê de bertek nîşanî wan dan û hin endamên rêxistinê bi wesayîteke, ji cihê bûyerê revîn.
Operasyona dorfireh a ji bo qefaltina endamên rêxistina terorê, li navçeyê dan destpêkirin, dewam dike.