SAO PAULO
Di pêşbirka Kûpaya Dinyayê ya FIFAyê ya 2014an de Brezîlya li hember Almanyayê 7 û 1 têk çû.
Piştî vê encamê li welatî negihîştin mirazê xwe, şermezarî çêbû û gel hêsir barand. Piştî pêşbirkê hin alîgiran hêsir barandin, hinek hêrs bûn û xwe avêtin kuçeyan û hinekan jî alozî derxistin.
Di gelek kuçeyan de alîgirên fanatîk ji hêrsana otobês şewitandin, zirar dan firoşgehan û şer derxistin.
- Li gelek bajaran binçavkirin
Tîmên ewlekariyê xaza rondikrêj avêtin ku qerebalix belav bibe. Hat ragihandin ku li bajarê Belo Horîzonteyê ya ku pêşpirk li wir hat lîstin herî kêm 12, li Salvadorê 5, li Rîo de Janeîroyê jî 3 kes hatin binçavkirin.