19 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2017
SAO PAULO
Li Serîdoya bajarê Rîo Grande do Norteya eyaleta Brezîlyayê, di serhildana mehkûmên Girtîgeha Eyaletê ya Serîdoyê ku bi navê "Pereîrao" jî tê zanîn de mehkûmek mir, 7 mehkûm birîndar bûn.
Li gor nûçeyên li ser medyaya herêmî hatin weşandin, mehkûman deriyekî bloga Byê şikand û ketin ciyê ku berê wekî metbax bi kar dianîn û eşyayên li vir şikestandin.
Mehkûman bi hemî eşyayên li vir agir danî û derketin banê avahiyê ala hejandin.
Di bûyerên ji ber serîhildanê derketin de mehkûmek mir û 7 mehkûm jî birîndar bûn.
Li gor jimarên dawîn li Pereîraoyê 297 mehkûm hene. Tê texmînkirin ku endamên çeteya "sendîkaya sûc" ku nedixwestin endamên çetaya dijber bînin girtîgehê serhildan da destpêkirin.
Şemiya borî mehkûmên girtîgeha Alcaçûzê ya li eyaleta Rîo Grande do Norteyê mehkûman serî hildabû û 26 mehkûm miribûn.