08 Mijdar 2016•Rojanekirin: 09 Mijdar 2016
BRUKSEL
Alîgirên PKKya rêxistina terorê ku bi hinceta operasyona li dijî parlementerên HDPyê yên neçûbûn îfadedayînê, li Ewropayê çalakî li dar xistin û dîsa serî li tundiyê dan.
Alîgirên rêxistinê li Birîtanyayê li 2 welatiyên tirk xistin û li Fransayê jî molotof avêtin avahiyên konsolosxane û balyozxaneyê.
Alîgirên PKKyê yên li Ewropayê dijîn piştî binçavkirin û girtina parlementerên HDPyê li bajarên cur bi cur çalakî li dar xistin.
Di çalakiyan da her çiqas ji hêla Yekîtiya Ewropayê va wek rêxistina terorê were binvakirin jî sîmge û nîşanên PKKyê hatin hejandin.
Di rojên dawîn da bûyerên tundiyê yên wiha qewimîn.
- Birîtanya
Alîgirên PKKyê yên ku do li Londraya paytextê Birîtanyayê meşiyan, li 2 welatiyên tirk xistin. Ceylan Nasa (25) ku li Birîtanyayê Beşa Ziman û Edebiyata Îngilizî dixwîne û mexdûr e, tevî Burak Taşê (28) destgirtiyê wê der barê bûyerê da daxuyanî da û destnîşan kir ku ji bo êrîşkaran serî li polêsên birîtanî dane û gilîdar bûne.
Nasê got çaxa ku ji metroya Oksford Cîrcusê derket bi koma ku pankartên li dijî Tirkiyeyê dêst da ye û li solganan avêje ra ri bi rû maye, hewl daye ku dîmenan bikişîne li ser vê niqaş derketiye. Nasê diyar kirk u komê li dijî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û hikûmetê slogan diavêt û ji wan ra got "faşîst" li ser vê bersiv da çalakvanan.
Nasê destnîşan kir ku çalakvanan êrîşî destgirtiyê wê kirine û wiha axivî: "Ez ketim navbera destgirtiyê xwe û êrîşkaran. Min wetrê polêsê navçitiyê bikinç Lê belê wisa nebû. Paşê 4 kesan bi hev ra êrîşî destgirtiyê min kirin. Destgirtiyê min kaşî mixazekî kirin û li wê derê lê xistin. Polêsan bi tenê derê mixazê girtin û qasî nîv saetî em di hûndir da girtin. Paşê ji deriyê paşiyê ra derxistin û li otomobîlekê siwar kirin."
Ceylan Nasê got çaxa ku ketiye navbera destgirtiyê xwe û êrîşkaran lê xistine, milê wê hinciriye û nikare pê karekî bike.
Sempatîzanên PKKya rêxistina terorê roja înê li pêşiya Balyozxaneya Londonê ya Tirkiyeyê çalakî li dar xist û bi kevir û hêkan êrîşî avahiyê kirin. Di dema bûyerê da tiştek li serê polêsê birîtanî ketibû û polêsek birîndar bibû.
- Fransa
Li Fransayê komekê PKKyî bi hinceta operasyona li dijî parlamenterên HDPê hat kirin de bi molotofon êrîş li Balyozxaneya Parisê ya Tirkiyeyê kirin.
Rayedarên balyozxaneyê çûn dadgehê û ji êrîşkaran gilîdar bûn. Lê Fransayê hê tu kes nehatiye binçavkirin.
Roja şemiyê jî dîsa PKKyiyan êrîş li li konsolosxaneya Nantesê ya Tirkiyeyê kirin. Piştî êrîşê tu xisare çênebû û lê tu kes jî nehatin binçavkirin.
Li Marsilyayê ji Tirkiye hat protestokirin û komekê PKKYî xwest ku bimeşin lê polêsan destur nedan wan.
- Almanya
Piştî operasyonên li dijî HDPê sempatîzanên PKKê yên li Almanyayê derketin kuçe û kolanan. Sempatîzanên rêxistina terorê çûn ber Konsolxaneya Frankfûrtê ya Tirkiyê û li wê derê di navbera wan û polêsan da rageşî derket. Polêsan li herêmê tevdîta ewlehiyê hilda û polêsan midaxaleyî alîgirên PKKê kir. Sempatîzanên ku xwestin bûyerê derxisn, rastî midaxaleyeke tund hatin.
Li Hannovera bajarê Almanyayê î wesaîta personelê Konsolxaneya Hannoverê ya Tirkiyê hat şewitandin. Polês lêpirsîn da destpêkirin. Bal hat kişandin ku êvara înê nêzî 300 alîgirên PKKê civiyan û çalakî li dar xistin.
Alîgirên rêxistina terorê li xebatkarekî konsolxaneyê xistin.
- Awisturya
Li herêma Rankweil/Kunertê ku li ser elayeta Vorarlbergê ya Awisturyayê ye li diijî mizgefteke girêdayî Yekîtiya Îslamî ya Tirkî (ATÎB) êrîşek qewimî. Kesekî ne naskirî di şeva 3yê mijdarê da li ser tabelaya mizgeftê "HDP" nivîsî. Dîmenê nivîsandinê di kameraya ewlekariya mizgeftê da reng veda.
- Swêd
Vekirina şaxa Yekîtiya Demokratên Ewropî (UETD) ya wê li Goteborga Swêdê bihata vekirin, ji ber geflêxwarina alîgirên PKKyê hat taloqkirin.
Serokê Şaxa Goteborgê UETD Harûn Uzel daxuyand ku, di çapemeniyê de hin rêxistin û bername hedef têne nîşandan û wiha dewam kir: "Li ser vê komeke alîgirên PKKyê, avêt ser avahiya şaredariyê ya Kûngelvê. Bi hemû paceyên avahiyê ve afîşên li ser 'Emê nehêlin ÎŞID li vê derê xeber bide' daliqandin."
Uzel got ku bi dehan caran gef li wan xwarin gotin em ê we bikujin û wiha dewam kir: "Me biryar da ku em bernameya xwe lidarbixin, lê belê em hînbûn ku wê nêzî 2-3 hezar kes kom bibin, li ser hişyariya polêsan me jî vekirina lokala xwe taloq kir."