15 Sibat 2016•Rojanekirin: 16 Sibat 2016
VIYANA
Li Awistiryayê sempatîzanên rêxistina terorê PKKyê êrîşî welatiyekî Tirkiyê kirin û lê dan.
Ahmet Emîn Yaganê 52 salî yê ku li bajarokê Streithofena girêdayî bajarê Tullna li ser eyaleta Awistiryaya Jor dijî daxuyanî da peyamnerê AAyê û got ku 10ê sibatê roja çarşemê ji bo danûstandinê ew li wesayîta xwe siwar bû û derket ser rê û wiha dewam kir, "Li ser rê ez tûşî êrîşa sempatîzanên PKKyê hatim."
Yagan destnîşan kir grûba ku nêzîkî 80 kesî pêk dihat berê xwe dan wî û jê ra dan xeberan û li ser vê wî jî wiha bersiv da wan, "Meşa xwe bikin, lê heqaretê nekin."
Yagan diyar kir ku dû re di nava wî û komê da nîqaş derket û li ser nîqaşê wî jî xwest ku wê derê biterikîne û wiha pê da çû, "Dema min hizî da xwe ku wir biterikînim, kesên di nava komê da êrîş anîn ser min. Min ji cênikê xwe yê çepê derbeke hişk xwar, hişê min ji serê min çû. Nayê bîra min ka wê demê ew çend kes bûn. Ez li erebê siwar bûm, firsenda rûniştinê nedan min, derî şikandin û ketin hundir, ez derb kirim."
Rapora derbê danê
Yaganê ku ji ber derbên şiv û kulman ji ser û rûyê xwe birîndar bû, bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê û rapora derbê danê.
Yagan bertek nîşanî îdiayên medyaya Awistiryayê da wekî ku wî erebeya xwe ajot ser xwepêşandaran û gelek xwepêşander hincirand. Yagan wiha got, "Heger min tiştekî wisa kiribe, ka merivên ku min ew hincirandin bira bînin, nîşanî min bidin."
Yagan îdia kir ku ji bo ku wî ji destê êrîşkaran xelas bikin polêsan tu tişt nekir. Yagan got ku ewê der heqê polêsên navborî û êrîşkaran da dozê veke.
Polêsê navbihurî jî îdiayên der heqê xwe da bêbersiv hişt.