19 Adar 2017•Rojanekirin: 19 Adar 2017
VİYANA
Serokwezîr Bînalî Yildirim got: "Bûyer nîşan didin ku lîstik mezin e. Li Ewropayê Almanya, Hollanda, Awistirya û Swîsre tên bal hev. PKKya rêxistina terorî didin ser serê xwe, lê birayên me, welatiyên me yên ku ji welatê xwe û gelê xwe hez dikin jî aciz dikin, li pêşberî wan pirsgirêkan derdixin"
Parlamenterê AK Partiyê yê Burdurê Reşat Petek ji ber referandûma ku wê di 16ê nîsanê de li Tirkiyeyê çêbibe li Viyanaya paytextê Awistiryayê bi hilbijêran re hat bal hev. Serokwezîr Yildirim jî bi rêya telefonê ve beşdarî vê çalakiya ku mijara wê sîstema hikûmetê ya serokomariyê bû.
Yildirim got ku piştî ji referandumê "erê" derkeve planên hin kesan wê xirab bibe û wiha dewam kir:
"Ji ber vê CHPya partiya muxalefetê dest daye rêxistinên terorî yên wek HDP, PKK û FETOyê mil dane hevdu. Ji bo ku li Tirkiyeyê îstiqrar mayînde nebe, li Tirkiyeyê desthilatiyeke bihêz çênebe çi hewce bike, dikin. Ev bûyer nîşan didin ku lîstik mezin e. Li Ewropayê Almanya, Hollanda, Awistirya û Swîsre tên bal hev. PKKya rêxistina terorî didin ser serê xwe, lê birayên me, welatiyên me yên ku ji welatê xwe û gelê xwe hez dikin jî aciz dikin, li pêşberî wan pirsgirêkan derdixin. Lê çi dikin bila bikin, heta ku ev cehd û bibiryarî di we de hebe ewê tu caran bi ser nekevin."
Parlamenterê AK Partiyê yê Burdurê Reşat Petek jî got ku madeyên guherîna makezagonê şaş tên şîrovekirin û li ser vê sîstema hikûmetê ya serokomariyê tê rexnekirin.
Petek got ku FETOya rêxistina terorî ji bo ku desthilatiyê bi dest bixe hewla derbeyê kir û niha jî tundiyê dikin, çekan tercih dikin.
Petek anî ziman ku bi guherîna makezagonê ve welêt perçe nabe, heke wisa bûbûya PKKyê wê piştgirî bida vê û wiha got: "Herî zêde kî van kampanyayên nayê dike? PKK, FETO û şaxên DEAŞê.."