04 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2016
VIYANA
Balyozê Tirkiyê yê li Viyanayê Hasan Goguş, destnîşan kir ku tu cudahiyek di navbera rêxistinên terorê PKK û DAEŞê da tune ye û got, "Tu dewletek destûrê nade ku bajarên wê ji aliyê terorîstan ve bê dagîrkirin, destûrê nade ku terorîst bi kolana xendekan welatiyan dîl bigirin herwiha destûrê nade ku hinek herêman rabigihînin ku hêzên ewlekariyê yên dewletê nikaribin bikevinê."
Rojnameya Kurierê, di 22yê meha berfanbara 2015an da, di nivîsa bi serenavê "Ew kesên ku xwe nebîhistî dikin, sucdar in" da, di têkoşîna dijî PKKya rêxistina terorê da Tirkiye sucdar kiribû, ji bo vê Balyoz Goguş bi "nameya xwendevanan" bersiv da.
Goguş di nivîsê da, destnîşan kir ku nayê qebûlkirin, operasyonên dijî PKKya ku Yekîtiya Ewropayê (YE) û Awisturya wê weke rêxistina terorê nas dikin, weke "ceng" bê bi navkirin û got, "Tu cudahî di navbera DAEŞê û PKKya rêxistina terorê ya ku ji 30 salî zêdetir e, berpirsê kuştina 30 hezar mirovê bêguneh e, tune ye."
Goguş herwiha got, "Tirkiye têkoşîna xwe ya dijî terorê, di esasa huqûqê da bêyî ku binemayên demokrasiyê binpê bike û bêyî cudakirina tirk û kurdan bi mebesta parastina gelê sivîl li hember terora PKKyê dike. Divê êdî ruyê rastî yê terora PKKyê bê dîtin. Tu dewletek destûrê nade ku bajarên wê ji aliyê terorîstan ve bê dagîrkirin, destûrê nade ku terorîst bi kolana xendekan welatiyan dîl bigirin herwiha destûrê nade ku hinek herêman rabigihînin ku hêzên ewlekariyê yên dewletê nikaribin bikevinê. Ez bawer nakim Awisturya jî destûra vî tiştî bide."
Balyoz Goguş nameya xwe wiha domand, "Eger hûn bi rastî dixwazin piştgiriya çareseriyê bikin, ez bangawaziya we dikim ji bo nekirina propagandaya PKKyê û herwiha ji we dixwazim ku hûn guhê xwe bidin gelê me, tevî kurdan, yê ku bi mebesta aştiyê li dijî PKKya rêxistina terorê têkoşînê dike."