23 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2018
ROTTERDAM
Li Rotterdama bajarê Hollandayê alîgirên PYD/PKKyê êrîş bir ser mizgeftekê. Di êrîşê da camên mizgeftê şikestin û li ser dîwaran jî sloganên propagandaya rêxistinê hatin nivîsandin.
Der barê êrîşê de Serokê Weqfa Xizmeta Geylanî Alî Dede Taş daxuniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber vê êrîşê ew gelekî xemgîn in û wiha dewam kir:
"Nivîsiyên siyasî li ser dîwaran hatine nivîsandin. Li ser dîwaran nivîsîne 'Efrîn', 'Apo', 'Ciwaniya PKKyê.' Camên me hatine şikandin. Ev 15 sal in em li vê derê xizmetê didin malbat û ciwanan. Tu carî zirara me negihiştiye kesî. Li vê taxê hemû kes me nas dikin, vê bûyerê em xemgîn kirin."