Abdullah Tel
23 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2018
QUDS
Hat ragihandin ku polêsên Îsraîlê Alîkarê Serokê Tevgera Îslamî ya Filistîn 1948ê Şêx Kemal Xatib binçav kir.
Parêzerê Şêx Raîd Salahê serokê Tevgera Îslamî ya Filistîn 1948ê Xalid Zabarka daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku polêsên Îsraîlê Şêx Xatib ji mala wî ya bajaroka Kefr Kanna li başûrê Îsraîlê hildan û bêyî sedem binçav kirin.
Zabarka destnîşan kir ku ji bo sedema binçavkirina Şêx Xatibê birine navenda polêsan a bajarê Nasirayê hîn bibin, hewl didin.