08 Tebax 2017•Rojanekirin: 09 Tebax 2017
HASEKE
Li Sûriyeyê alîkariya leşkerî ya ku Amerîka bi hinceta ku DEAŞê ra têkoşînê dide ji PKK/PYDya rêxistina terorê ra dişîne, berdewam e. Duh bi şev 112 tir ji mensûbên rêxistinê yên li bakurê Reqayê ne ra hat şandin.
Nûçegihanê AAyê yê li Hesekeyê ragihand, duh bi şev 112 tirên ku alîkariya leşkerî tê da bûn, ji sînorê Iraqê derbas bû û ket Hesekeyê.
Di konvoyê da wesayîtên bizirx ên "Hummer", tankerên sotemeniyê û wesaîtên din hebûn.
Ev demek e alîkariyê bi şev dibin û ser tiran branda dikin.
Berî niha di 5ê hezîranê da 60, di 12ê hezîranê da 20, di 16ê hezîranê da 50 û di 21 û 26ê hezîranê da bi tevahî 120, di 5ê tîrmehê da 82, di 9ê tîrmehê da 102, di 13ê tîrmehê da 95, di 17ê tîrmehê da 100, di 22yê tîrmehê da 100, di 27ê tîrmehê da 80, di 31 tîrmehê da 100, bi tevahî 909 tir ji herêma PKK/PYDê ra hatibû şandin.
Li gor belgeya ku nûçegihanê AAyê ji Pentagona Wezareta Parastinê ya Amerîkayê hilda, di lîsteya çekan da 12 hezar tivingên keleşnîkofê, 6 hezar tivingên bimakîne, 3 hezar û 500 tivingên bimakîne ên giran, 3 hezar RPG-7ê amerîkayê, hezar AT-4ên amerîkayê an jî SPG-9ên ûris jî hene.
Her wiha 235 topên hewanê, 100 tivingên nîşandaran, 450 PV-7 dûrbînên şevê, 150 dûrbînên infrared di nav alîkariya leşkerî da hene.