Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Markus Grubel ragihand ku Almanyayê di nav vê mehê de wê ji pêşmergeyan re çekên nû bişîne.
Grubel û Misteşarê Teşkîlata Îstixbaratê yê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî re li Hewlêrê hevdîtin kir. Li gor daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Partiya Demokat a Kurdistanê hat weşandin, Grubel di hevdîtinê de got ku ew ê çekên nû ji pêşmergeyan re bişînin.
Grubel destnîşan kir ku alîkariya Almanyayê wê ji bo pêşmergeyan dewam bike û wiha dewam kir: "Em ê di nav vê mehê de ji pêşmergeyan re alavên leşkerî, mîlan antî-tank, cîhazên îmhakirina mayînan û teqemeniyan bişînin. Almanyayê di vê mijarê de sozê millî daye."
Mesrûr Barzanî jî li ser girîngiya tevkariyê sekinî ku DAEŞ têk biçe. Barzanî got ku ew li benda alîkariya Almanya û welatên din in ku ji pêşmergeyan re zêdetir alîkariyê bişînin.
Almanyayê beriya niha jî ji Kurdistanê re çek û muhîmmat şandibû û li Eyaleta Bavyerayê perwerdeya bikaranîna mîlan antî-tankê dabû pêşmergeyan.