Welatên G-7 DYA, Qanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Îngilistan û NYê mudaxaleya leşkerî ya Rûsyayê ya li ser Komara Kirima Serbixwe şermezar kir.
Qesra Spî daxuyaniya Welatên G-7an a hevpar belav kir. Di daxuyaniya Welatên G-7an de wiha hat gotin: "Rûsya desthilatdarî û yekîtiya axa Ûkraynayê îhlal kir. Em wek serokên Qanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Îngilistan, DYA, Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) û Komisyona Yekîtiya Ewropayê (KYE) îro ji bo ku îhlala Rûsyayê şermezar bikin, li hev civiyan."
- Amadehiyên Lûtkeya G-8ê hatin taloqkirin
Welatên G-7an bangî hemû aliyan kir û gotin ku bi awayekî berpirsiyar û bihêz tevbigerin û wiha dewam kir: "Tevgerên Rûsyayê yên li Ûkraynayê tê wateya îhlalkirina prensîb û nirxên G-7 û G-8an."
Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: "Di meha hezîranê de dê li bajarê Soçiya Rûsyayê Lûtkeya G-8an bihata kirin. Lê me biryar da, heta rewşeke aram ya ku em nîqaşên baş bikin neyê avakirin em ê xebatên xwe yên amadehiya lûtkeya G-8an bidin sekinandin."