İbrahim Atmaca
12 Sibat 2018•Rojanekirin: 13 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Îranê û Serokê Saziya Lêkolînên Polîtîk û Navneteweyî (IPIS) Dr. Seyyad Kazem Sajjadpour diyar kir, yên ku ji derva tên herêmê, welatên herêmê berdidin hevdu û merivên herêmê jê zirarê dibînin û wiha dewam kir: "Amerîka li herêmê guh nade normên hiqûqa navneteweyî. Guh nadin mitefîqên xwe jî. Fikarên asayîşê yên Tirkiyeyê hene, lê Amerîka guh nadê."
Bi tevkariya Navenda Lêkolînên Stratejîk a Tirk û Asyayê û Saziya Lêkolînên Polîtîk û Navneteweyî (IPIS) li Bayrampaşa di otelekê da bi temaya sereke ya "Stratejiya Domdar a Tirkiye û Îranê" va "10emîn Civîna Maseya Gilover ya Tirkiye û Îranê" hat kirin.
Sajjadpour diyar kir ku di van civînan da kesên ku bi têkiliyên Tirkiye û Îranê ra eleqedar dibin, tên bal hev û piştgiriyê didin têkiliyên herdu aliyan.
Sajjadpour diyar kir, pirsgirêkên li herêmê çawa tên îdrakirin û di vê çarçoveyê da Tirkiye û Îran wê çawa werin analîzkirin. Sajjadpour destnîşan kir ku polîtîkayên herêmî û lîstikvan piştî şerê sar zêde bûn.
Sajjadpour got ku Amerîka li herêmê guh nade normên hiqûqa navneteweyî û wiha dewam kir:
"Dema ku aliyên sêyemîn (dewlet) hatin herêmê û welatên herêmê berdan hevdu, merivên herêmê zirar dîtin. Amerîka li herêmê guh nade normên hiqûqa navneteweyî. Guh nadin mitefîqên xwe jî. Fikarên asayîşê yên Tirkiyeyê hene, lê Amerîka guh nadê. Dewletên mezin hewl didin ku peyzaj û jeopolîtîkaya vê derê biguherînin. Dixwazin vê bi lîstikvanên navneteweyî yên ji derva tên empozekirin va bikin. Bendewarî heye ku ev bi ser nekevin, lewra siruştî nînin. Empozekirin mehkûmê têkçûnê ne. Şoreşa Îranê bersîveke siruştî bû. Bi şoreşa Îranê va vê pêvajoyê dewam kir. Siruştiya şoreşa Îranê, xwemaliya wê û ji ber ku ji nav herêmê derket, nîşananeya pêvajoyên ku min qalê kirine ye. Yên ku dixwazin şikl û dirûvê herêmê nû bikin, cidî ne. Ez qala şerekî sar ê nû nakim. Lê divê em bala xwe bidin ser vir jî. Em bi bersîvên siruştî yên ku herêm wê bidin, bawer in. Têkiliyên navbera Tirkiye û Îranê piştgiriya aştî û asayîşa herêmî dike."