Önder Beyter
13 Sibat 2018•Rojanekirin: 13 Sibat 2018
BURSA
Serokê Giştî yê Partiya Doza Hur (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu qesda Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyê li Sûriyeyê li herêma Efrînê dike, kir û wiha got, "Di rastiyê da Tirkiye li wir bi YPG û PKKê ra şer nake. Ji ber ku ew hêzên bejayê yên Amerîkayê ne. Eskerên Amerîkayê ne."
Yapicioglu li kongreya asayî ya parêzgehê ya partiya xwe ku li Navenda Çandê ya Bariş Manço hat lidarxistin, axivî û diyar kir ku hêmana sereke ya kongreya wan "Pêşiyê Mirov, Pêşanî Edalet" e.
Yapicioglu diyar kir ku heger mêzîna edaletê ji şûna xwe bişiqite, ahenga civakê jî wê têk biçe û wiha dewam kir, "Bi rastî jî heger mêzîna edaletê durist nepîve, wê demê hizûra civakê namîne. Heger zilim zêde be, biratî jî wê xerab bibe. heger biratî xerab bibe, yekîtî îja namîne. Heger yekîtî nemîne wî çaxî stûnên we wê bilerizin."
Yapicioglu der barê Operasyona Çiqlê Zeytûnê da jî wiha xeber da:
"Me di serî da got. Xwezî pêwîst nebûya ku operasyona Efrînê bê lidarxistin. Xwezî rewş nehata vê astê. Operasyona Efrînê çima dest pê kir? Qaşo Amerîkaya ku dost û hevkar e got, 'Ezê artêşa sînor ku 30 hezar kes e ava bikim.' Rayedarên hikûmeta me jî ji cî qiloz bûn û gotin ma ev çawa dostanî û mitefiqî ye? Gotin, 'Binêrin, wiha nekin heger na emê bên û lêdin' û ketin Efrînê. Me jî wê rojê got. Di rastiyê da Tirkiye li wir bi YPG û PKKê ra şer nake. Ji ber ku ew hêzên bejayê yên Amerîkayê ne. Eskerên Amerîkayê ne. Ma ne Amerîkayê ew perwerde kirin, çek da wan, îstiqamet da pêşiya wan, hedef nîşanî wan da û got, 'biçe lêde'. Ew jî çûn û wan lê da. Naxwe heger navê wan Conî nebe jî tiştek naguhere. Pirsgirêk çi ye, pirsgirêk ew e ku Amerîka piştgiriyê dide wan. Pirsgirêk Amerîka bixwe ye."