Haydar Şahin
29 Sibat 2020•Rojanekirin: 01 Adar 2020
Amerîka û Talîbanê peymana li Efxanistanê pêvajoya aştiyê dide destpêkirin îmze kirin.
Peymana bi navê "Paymana Li Efxanistanê Anîna Aştiyê" li Sheraton Hotela li Dohaya paytextê Qeterê ya qasî 2 salan ji hevdîtinên Amerîka û Talîbanê ra malxwedîtî kiribû bi merasimê hat îmzekirin. Li ser navê Amerîkayê Zalmay Xelîlzadê Nûnerê Taybet ê Efxanistanê yê Amerîkayê, li ser navê Talîbanê jî Mela Ebdilxanî Beraderê Serokê Ofêsa Siyasî peyman îmze kirin.
Li gor peymana ku ew ê şerê 19 sal e li Efxanistanê dewam dike bi dawî bike, Amerîkayê di nav 135 rojan da hejmara eskerên xwe yên li Efxanistanê daxe 8 hezar û 600î. Amerîka û mitefîqên wê heke Talîban li ser peymanê bisekine ew ê di nav 14 mehan da eskerên xwe bi tevahî ji welêt vekişînin.