Haydar Şahin
29 Sibat 2020•Rojanekirin: 01 Adar 2020
Li Bexdaya paytextê Iraqê çalakiyên li dijî hikûmetê dewam dikin, di midaxeleya polêsan a çalakiyê da do kesek hat kuştin û 14 kes birîndar bûn
Fazil Girariyê Komîserê Mafên Mirovan a Bilind ya Serbixwe ya Iraqê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku do hêzên ewlekariyê midaxeleyî çalakiyên li Meydana Hillaniyê kirin, di rageşiyê da çalakvanek hat kuştin.
Girarî destnîşan kir ku di midaxeleyê da 14 çalakvan jî birîndar bûn.
Cemîl Katibê çalakvan jî got gel li dijî derdikeve ligel vê wezifeya avakirina hikûmetê dan Mihemed Tewfîq Elawî, heke hikûmet bi destê meclisê were pesendkirin jî çalakiyê li hemû bajaran zêde bibin.
Serokwezîr Adil Ebdilmehdî di 29ê mijdara 2019an da ji ber çalakiyan îstifa kiribû, piştî vê Serokomar Salih Berhem wezifeya avakirina hikûmeta nû di 1ê sibatê da dabû Mihemed Tewfîq Elawî.