Tirkiye di dayîna alîkariyan de ji gelek welatên dinyayê pêşvetir e û ji gelek welatan zêdetir alîkarî da penaberên Sûriyeyê ku ji Sûriyeyê ji ber şerê navxweyî revîn.
Tirkiyeyê alîkarî da penaberên Sûriyeyê ku ji Sûriyeyê ji ber şerê navxweyî revîn, her wiha alîkarî da mexdûrên Xezeyê ku ji ber êrîşên Îsraîlê revîn, dîsa alîkarî da êzdiyên iraqî yên ku ji ber êrîşên DÎŞIya rêxistina terorê revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê. Ji bilî van 200 hezar kurdên sûriyeyî ji ber şerê Kobanê revîn û hatin Tirkiyeyê.
Tirkiye di dayîna alîkariyan de ji gelek welatên dinyayê pêşvetir e û ji gelek welatan zêdetir alîkarî da. Tirkiyeyê ji Amerîkayê zêdetir alîkarî da.
Serokê Rêvebiriya Afat û Acîlê ya Serokwezîriyê (AFAD) Fuat Oktay daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku gelê Tirk her tim bi alîkariya xwe ve tê naskirin, vê axiriyê jî her kesî ev yek qebûl kir.
Oktay destnîşan kir, li ku derê tengasiya mirovekî hebe, Tirkiye hewara wî diçe û wiha pê de çû:
"Alîgir û ne alîgirên Tirkyeyê, her kes Tirkiyeyê teqdîr dike. Li gor raporên Neteweyên Yekbûyî, di 2012 û 2013an de li gor rêzê Amerîka, Îngilistan û Tirkiyeyê alîkarî da. Lê li gor reqamên 2013an wexta ku em li rêjeya dahata nesafî ya millî dinihêrin, herî zêde Tirkiyeyê alîkarî daye. Amerîka piştî Tirkiyeyê tê û me heft qatî Amerîkayê alîkarî daye. Hemû dinya vê yekê dibîne û dişopîne. Em tenê alîkariyê nadin Sûriye û Iraqê, em alîkariyê didin Filipîn, Bosna an jî tiştek li Sirbistanê bibe jî em alîkariyê didin wan. Em alîkariyê didin Xeze, Somalî û Afrîkayê jî. Li ku derê tengasî hebe, Tirkiye li wir e."
Oktay got ku Tirkiye wê di 2016an de mazûvaniya Lûtkeya Mirovahiyê ya Dinyayê bike, ev lûtke cara ewil tê lidarxistin û pêşengtiya wê Neteweyên Yekbûyî dike. Oktay wiha axivî: "Înşeallah Tirkiye wê di wê lûtkeyê de li pêşberî hemû dewlet û milletan bi awayekî herî baş gotina xwe pêşkêş bike."